Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Aydin Ûnşî: Rikberiya Siyasî jibo Hilbijartinên Tirkiye Nav AKP û HDP Gûr Bûye


Hilbijêrek li Tirkiyê
Hilbijêrek li Tirkiyê

Komara Tirkiye xwe amade dike bo hilbijartinên perlemanê yên giştî di meha Hezîranê de ku rikberî di nav kandîdên partiyên siyasî, gûr bûye li ser pirsgirêkên serekî ji bo helwesta siyasî di rojeva siyaseta Tirkiye ya giştî de.

Pirsgirêka Kurdî û pirosesa Aştiyê yek ji xalên bengehîne di nav rikberiya siyasî de, ku HDP û AKP bi girseyê li ser wê kar dikin.

Mamosteyê zimanê Kurdî li Batmanê Aydin Ûnşî di hevpeyvîna xwe de bi Dengê Amêrîka re got ku amadekirinê ji bo hilbijartina vê salê baştir e û watedar e.

Herwisa jî birêz Aydin dibêje şensê HDP baş e di vê salê de ji ber beşdarîbûna kandêdên din ji netew û olên din di nav kanîdên xwe de û AKP jî li ber guhertineke mezin e ji aliyê siyaseta xwe, renge ku ew di nav Erdogan û endamên wê yên din ji hev cuda bû ye.

Aydin Ûnşî-LA-4-9-15.wav
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:30 0:00

XS
SM
MD
LG