Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeheke Misirê Sizayê Bidarvekirinê Dide Jimareke Rêberên Îxwan el Muslimîn


Dadgeheke Misirî sizayê bidarvekirinê da rêberê rêxistina Îxwan el Muslimîn Mihemed Bedîe û 13 kesên din ligel wî, jiber tawanên girêdayî derxistina tundûtûjiyê.

Di nav wan sizayên ku îro Şemiyê hatin eşkerekirin de, herwiha welatiyekî Amerîkî Misirî bi tawana piştgiriya Îxwan el Muslimîn bo zindana heta hetayî hate sizakirin.

Ev biryar dikarin rastî pêdaçûnê werin, lê pêvajoya wê dibe ku bi salan dirêj bike.

Ev kesên ku biryar di derheqê wan de hatine standin, ji nav bi hezaran kesan bûn ku piştî hilanîna Serokê Îslamî Mihemed Mursî sala 2013ê hatibû girtin.

Misir rastî rexneyên navneteweyî jiber van darizandinên bi kom yên piştgirên Îxwan el Muslimîn hatiye.

XS
SM
MD
LG