Ganî Mîrzo yek ji muzikvanê Kurd e ji Rojavayê Kurdistanê ku bi sala ye, bi awayekî zanistî û profosyonel xebatê li ser pêşxistina muzîka Kurdî dike.
Mîrzo bi mûzîka xwe dikare Qamişlo û Barcelona bi hevre bihûne û wan têkel bike him bi sawir û xewnên xwe û him jî bi berhem û afirandina mûzîka xwe.
Mîrzo di her sê berhemên xwe de : Ronî, Totîko, û Hezar şev û şevek, her ew ma dilsozê mûzîka Kurdî ya resen û evîndarê wê, lê ew da pêş bi teknîkeke nû û asteke berfirehtir û nûjen bi hûnandina wê bi mûzîka Jazz û Flamingo re û beşdarkirina wê di festîval û çalakiyên muzîka cîhanî de.
Mîrzo rexneyên xwe li sazî û partiyên Kurdî dike, ku xwedî li hunermendê Kurd dernakevin û guhdarî li berhemên wan nakin.
Ew her xwediyê xewna xwe ye ku bikaribe helbestên helbestvanên Kurd bi asteke bilind bide nasîn di riya awazên xwe ve, mîna Şêrgo Bêkes ku li ser dibêje ew sermiyaneke mezin e ji kultura kurdî re.
Mîrzo dikarî bû xwen û daxwaziyên xwe bi me re hevpar kir di vê hevpeyvînê de:
Jibo guhdarîkirin û temaşekirina zêdetir berhemên mîrzo, vir û vir klik bikin.