Di prosesa hilbijartinên giştî yên Tirkîyê de nîqaş û nirxandinên herî zêde li ser Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) têne kirin.
HDP jibo bikare ji hemû pêkhatên civaka Tirkîyê dengan bistîne namzedên xwe ji ol, bawerî û netewên cuda yên pêkhatên civakê destnîşan kirin.
Yek ji wan berbijaran jî Îlahîyatnas Suheyla Înal e ku ji herêma yekemîn a Stenbolê wek namzed hatiye nîşandan.
Îlahîyatnas Înal, ku di heman demê de endama Kongreya Îslama Demokratîk e, ji Dengê Amerîka re li ser berbijarîya xwe û hilbijartinên 7’ê Hezîranê peyivî.
“Em di şert û mercên ne demokratîk de dikevin hilbijartinê, lê jiber bawerî û rengên cuda, tekane çareserî HDP ye. Min jî wek keseke bawermend cihê xwe tê de girt û li gor bawerîya min, em hemû ji hêla mafan ve wekî hev in.”
Xanim Suheyla rûdana bajarê Agirîyê û êrîşên dawî yên li ser HDP’ê jî wiha dinirxîne.
“Em li bendê ne ku provokasyonên din jî pêk werin, lê emê bibin dengê hemû gelan û bawerîyan û rê nedin provokasyonan.”
Berbijara HDP’ê destnîşan dike, “Jiber ku bi serjimarîya xwe bajarê herî mezin ê Kurdan Stenbol e, ger li vîna xwe xwedî derkevin ti pirsgirêka me ya benda hilbijartinê namîne.”