Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Roja Rojnamevanîya Kurdî li Qamişlo Hat Pîroz Kirin


Roja Rojnamevanîya Kurdî di salvegera xwe ya 117 mîn de, li bajarê Qamişlo bi du çalakîyan hat bibîrxistin.

Pîrzbahîya yekê bi vexwendina Yekîtîya Ragihandina Azad (YRA) pêk hat. Mesûd Mihemed, endamê komîteya rêvebir ya YRA ji Dengê Amarîka re wiha dibêje:

"Roja rojnamegerîya Kurdî divabe bibe sedema pêşketina rojnamegerîya Kurdî, ne xasim ku derfetên pêşketinê li Rojavayê Kurdistanê ber destan in."

Bi alîyekî din ve, bi vexwendin ji Yekîtîya Rojnamevanên Kurd li Sûrîyê, rojnamevanên Kurd li kolanê rawestandinek bê deng jibo azadîya 3 rojnamevanên Kurd pêk anîn.

Rojnamevan Mesûd Eqîl û Ferhad Hemo ji alîyê DAIŞ ve hatibûn revandin û rojnamevan Şîyar Xelîl jî ji alîyê rêjîma Esad ve hatibû giritin û çarenûsa wan hîn ne dîyar e.

Selwa Dazwan, seroka yekîtîyê wiha dibêje: "Di roja rojnamegerîya Kurdî de me xwest em bibin dengê hevalên xwe yên girtî û dengê wan bigehînin cîhanê."

ZO_4_22_15
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:14 0:00

XS
SM
MD
LG