Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kasim Ergun: Em Wek Ermenên Rûbirûyî Qirkirinê Bûne Nikarin Hebûna Xwe Îsbat Bikin


Kasim Ergun.
Kasim Ergun.

Kasim Ergun ku wek siyasetvan di siyaseta Kurd de xebatên siyasî dike, yek ji neviyê Ermenên ku ji qira 1915’an bavê wî rizgar bûye ye.

Ew bi eslê xwe ji Ermenên bajaroka Sason a Batmanê ye ku kalê wî tevî 5 birayên xwe di qira Ermenan de hatine kuştin.

Ji wê karesatê tenê bavê wî rizgar dibe ku ew jî dibe misilman û nifşê wan bi vî awayî digihîje vê heyamê.

Kasim Ergun ku Cîgirê Serokê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) ye di sed saliya qira Ermenan de, çîroka malbata xwe ji Dengê Amerîka re vedibêje.

“Em ne tenê bi awayê fizîkî her wiha ji aliyê çand, ziman û baweriya xwe ve jî hatine qirkirin û niha jî ew qirkirin bi awayên cuda berdewam dike.”

Birêz Ergun helwesta Tirkiyê û Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ya li hember qira Ermenan rexne dike û li ser vekirina arşîvên dîrokê mînaka malbata xwe dide.

“Serokomar dibêje, werin arşîvên me vekirî ne. Lê bavê min piştî ku wefat kiriye, navê wî yê Gerabet kirine Suleyman û em nikarin xwe bigihîn bapîrên xwe. Her çiqas me serî li Wezareta Navxweyî da jî me nekarî em eslê xwe derxin holê. Yanî hê jî em nikarin hebûna xwe li vî welatî îsbat bikin.”

Siyasetvan Ergun bang dike, Tirkiye êdî vê qirkirinê wekî cenosîd qebûl bike û çi mafên hemwelatîbûnê yên neviyên Ermenan hebin li wan vegerîne.

“Heger 100 sal berê di nav civaka me û welatên rojavayî de, bizaveke xurt a li dijî komkujiyan hebûya karesatên mîna Enfal, Helebçe û Şingalê çênedibûn.”

Hevpeyvîn bi Kasim Ergun re
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:53 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG