Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bêtirî 1000 Kesî jiber Erdhejekê li Nepalê Hatin Kuştin


Erdhejeke bihêz îro Şemiyê li Nepalê çê bû û di encamê de hinek beşên paytexta welêt wêran bûn û bêtirî 1000 kesî hatin kuştin.

Erdheja bi hêza 7.8 li ser pîvana rexter Çiyayê Everest hejand. Everest çiyayê herî bilind li cîhanê ye.

Piştî wê erdhejê jî, encamên wê derketin holê. Ew bi hêza 6.6 li ser rexter bûn. Encam bixwe jî wek erdhej tên jimartin.

Tê gotin ku operasyonên rizgarîkirinê li welatên cîran jî wekî, Hindistan û Pakistan tên kirin.

XS
SM
MD
LG