Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Endonzeya Kuştina Girtîyan Piştrast Dike, Australya û Brezîlya Nerazî ne


Brintha Sukumaran, xuşka girtîyê Australî yê îdamkirî Myuran Sukumaran
Brintha Sukumaran, xuşka girtîyê Australî yê îdamkirî Myuran Sukumaran

Karbidestên Endonezî piştrast kir ku wan 7 ji wan bîyanî, 8 kes îdam kirin ku bi bazirganîya madeyên hișbir tawanbar bûn.

Serdozgerê Giştî General Muhammad Prasetyo got, kesên girtî bi teqekirina guleyan hatin înfaz kirin.

Prasetyo berevanî li biryarê kir û got biryar gaveke pêdivî ye ku gelê Endonezî ji xetera qaçaxcîyên madeyên hişbir bêne parastin.

Piştî ragihandina biryara hikûmeta Endonezî, hin welat ew yek bi tundî protesto kir.

Australya ku demûdest ragirtina îdama 2 hemwelatîyên xwe dikir, balyozê xwe ye li Cakarta wek protesto paşve kişand.

Brezîlya jî nerazîbûna xwe li ser kuştina hemwelatîyekî xwe dîyar kir û ew yek wek zarareke mezin di peywendîyên dualî de nav kir.

Hêjayî gotinê ye, 4 girtîyên Nîjeryayî, 2 Australî, yek Brazîlî û yê din jî Endonezî ye, li daristan zîndaneke Girava Nusakambangan ya Javaya Navendî, li pêş malbat û hevalên girtîyan hatin îdam kirin.

XS
SM
MD
LG