Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Navenda YASA Alîkariya Yasayî Dide Penaberên Kurd li Ewrupayê


Navenda Kurdî ji bo lêkolîn û rawêjkariya yasayî (YASA) konferansa dû salî li Almanya darxist û plan û projeyên xwe yên nû ragîhandin.

Di hevpeyvîna Dengê Amerîka de, serokê YASA yê nû Mihemed Mîro li ser plan û projeyên xwe axivî û stûbariya xwe li ber pirsgirêkên penaberên Kurd ji Rojavayê Kurdistanê anî ziman.

"Pêwestiya penaberan bi rawêjkariya yasayî heye jibo wegirtina mafê rûniştinê li Ewropa û herwisa jî parastina mafên wan di dadgehên welatên Eweopê de."

Tê zanîn Ku YASA kar û xebatên xwe li Almanya dike bi şêweyekî fermî di sala 2005 an de û bi zanistî xebata yasayî jibo Kurdên Rojava dike.

YASA têkildar e bi dezgehên navnetewî yên mafên mirovan û alîkariya mirovanhî li Sûriye û Kurdistanê

Hevpeyvîna Mohammad Miro-4-29-15-LA.wav
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:11 0:00

XS
SM
MD
LG