Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokwezîrê Kanadayê Serdana Îraqê Dike û Ligel Karbidestên Kurdan jî Kom Dibe


Serokwezîrê Kanada Stephen Harper.
Serokwezîrê Kanada Stephen Harper.

Serokwezîrê Kanadayê Stephen Harper bi serdaneke jinişkave gihişt Îraqê da ku piştgiriya xwe ya berdewam di şerê dijî rêxisitina Dewleta Îslamî (DAÎŞ) de nîşan bide.

Hevtayê wî yê Îraqê, Heyder el Ebadî pesnê rola Kanada da û ew bi girîng da nasîn. Wî herwiha banga hevkariya civaka navneteweyî kir jibo şerê dijî tundrêbûnê.

Kanada beşeke ji koalisyona navneteweyî bi serkêşiya Amerîka ku alîkariya artêşa Îraqê bi êrîşên asmanê, rahênan û çekan dike.

Serokwezîrê Kanadayê Harper soz da ku hikûmeta wî piştgiriya xwe bo Îraqê berdewam bike.

Piştî Bexdayê, birêz Harper ber bi Kurdistanê ve diçe da ku ligel karbidestên Kurd jî kom bibe.

XS
SM
MD
LG