Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Konferansa Jinûve Avakirina Kobaniyê li Amedê Tê Lidarxistin


Di konferansa ku du rojan dewam dike ji çar perçên Kurdistanê û ji Ewrupayê 350 delege beşdar bûn.

Hevşaredarê Bajarê Mezin yê Amedê Firat Anli axaftina xêrhatinê kir û got berxwedana Kobaniyê bingeha yekîtiya Kurdan e.

Serokê Kantona Kobaniyê Enwer Mislim di gotara xwe de bal da ser vîna di berxwedana Kobaniyê de derket holê û got, "jibo parastina Kobaniyê çawa li dijî DAİŞê berxwedanek çê bû, em dixwazin jibo avakirina wê jî piştgiriya Kobaniyê bikin."

Hevserokê Kongrea Civaka Demokratîk Hatip Dicle jî got, jibo şênî û koçberên Kobaniyê vegerin mala xwe pêdivî bi plansazîyeke mezin heye.

Herwiha wî diyar kir, divê Tirkiyê deriyê Murşitpînarê veke û rê bide korîdora mirovî ya jibo alikariyan.

Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Asya Abdullah jî got, di dîroka Kurdan de gelek caran êrîş li ser gund û bajaran bûye, lê cara yekê ye çar perçên Kurdistanê tên ba hev jibo avakirina bajarekî. Wê got, ev konferans bi rengekî cuda konferansa netewî ye û got lazim e hemî partiyên Kurdan bi hizra netewî tevbigerin ne bi berjewendiyên partiyan.

Hêjayi gotinê ye ji Ewrupayê 36 delege hatin ku yek ji wan jî Ji Kongreya Netewî Refîk Gaffur bû. Wî di gotara xwe de got, "Berxwedana Kobaniyê di dîroka Kurdan de qonaxeke mezin e. Herwiha Kobanî girîngiya yekîtiya Kurdan derxist holê. Lazim e ku Kurd xwedî plansazî û stratejî bin da ku rê li karesatên wekî êrîşa Kobanî û Şengalê bigrin.”

Jibo beşdariya konferasnê ji Başûrê Kurdistanê jî şandeyek ku ji 78 kesan pêk tê hatin. Li ser navê Parlamena Kurdistanê Alî Xalo jî gotarek da û destnîşan kir ku Kobaniyê bû sembol ku êdî ev roj şûnda Kurd wê biryara xwe bidin.

Çaverê tê kirin ku di meha Hezîranê de li Ewrupayê jibo jinûve avakirina Kobaniyê konferansek mezintir were lidarxstin.

Konferansa Amedê ya Jinûve Avakirina Kobaniyê
please wait

No media source currently available

0:00 0:07:25 0:00

XS
SM
MD
LG