Îro Yekşemê Roja Cîhanî ya Azadiya Rojnamegeriyê ye. Ev roj cara yekê sala 1993ê ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hate destnîşankirin jibo piştgiriya prensîpên sereke yên azadiya rojnamegeriyê.
NY dibêje, Roja Cîhanî ya Azadiya Rojnamegeriyê herwiha derfeteke baş e ku hayê cîhanê bibin ser binpêkirina azadiya rojnamegeriyê û herwiha ku li hinek welatên cîhanê rojname tên sensûrkirin û tên girtin. Rojnamevan û sernivîskar jî tên girtin û kuştin.
Di Roja Cîhanî ya Azadiya Rojnamegeriyê ya 2015 de, lîsteyek ji aliyê rêxistina Peyamnêrên Bê Sînor ve hatiye amadekirin. Di vê lîsteyê de welat li gorî asta azadiya rojnamegeriyê hatine rêzkirin.
Finlanda, jibo sala pêncemîn, di rêza yekê de hat. Piştî wê Norwêc û Denmark cih digirin.
Di dawiya lîsteyê de Turkmenistan, Koreya Bakur û Eritrea cih digirin.
Hêjayî gotinê ye ku Amerîka di rêza 49 de ye.