Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hikûmeta Sûrî Hewil Dide Bazara Lawaz Xurt Bike


Medyaya dewletê li Sûrîyê dibêje, banka navendî 200 mîlyon dolar dadixîne bazarê jibo bibe alîkar di bihêzkirina lîra Sûrî ya lawaz de.

Her sê rojnameyên hikûmetê, Beîs, Tişrîn û Sewrayê, raport derberê vê plana nû belav kirin.

Di van rojan de lîra Sûrî gihişt 318 hember yek dolarî. Berî sê mehan yek dolar dikir 150 lîra.

Banka navendî ya Sûrîyê dest bi firotina bi dehan mîlyon dolar kiriye, wekî beşek ji plana wê bo berdana 200 mîlyon dolar nav bazarê da ku piştgirîya lîra Sûrî bike.

Rêjeya fermî ya nirxê lîra Sûrî hember dolar 260 e. Lê di bazara reş de ew gihiştîye 292.

Fermandarê banka navendî Edîb Mayalê bang li welatîyên Sûrî kir ku bi rêya bazara reş danûstandina bazirganî nekin.

XS
SM
MD
LG