Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîyê di Demên Dawî de Pirtir ji 200 Koçberên Neqanûnî Rawistandine


Tirkîyê dibêje, di van rojên dawî de wê bêtirî 200 koçberan rawestandine ku dixwestin derbasî Yunanistanê bibin.

Ajansa Anadolu ya ser bi dewletê ve dibêje, bêtirî 155 koçber hatin girtin, dema ku dixwestin do Yekşemê bi rêya avê ber bi Girava Lesbos ya Yunanistanê ve herin.

Polîsên Berava Tirkîyê herwiha 71 kes di nav qeyikên balonî de girtin ku 38 ji wan Afganî, 33 jî Myanmarî (Burmayî) bûn.

Di bûyereke din de, Polîsan 84 koçber di sê qeyikên biçûk de girtin ku piranîya wan Sûrî bûn. Tirkîyê welatîyên Sûrî dernake.

Roja Şemîyê jî, Tirkîyê 57 koçberên Sûrî di nav qeyikeke biçûk de girtibûn ku dixwestin xwe bigihînin girava Kos ya Yunanî. Di nav wan koçberan de çar zarokên ber şîr hebûn.

XS
SM
MD
LG