Derhînerê sînema Perî Ibrahîm ji Rojava yê Kurdistanê, bajarê Dirbêsiyê ye. Ew di sala 1989an de koçberî Brîtaniya bû û li wir xwendina xwe ya bilind di warê Sînema de qedand.
Perî bi çend kanal û televîzyonên Brîtanî re kar kiriye mîna BBC, 4 NEWS û hinî din.
Xewna perî, ku ew dîm û riwê jiyana Kurdî li Rojavayê Kurdistanê, ji bajarokê wî Dirbêsiyê, bide ber çavan û çîrokên hesret, evîn, têkçûn û serkeftina siwar û qehremanan di nav tixûbên Kepezê Kîkan û Çiyayê Mêrdînê de.
Perî dibêje çanda Kurdî ya devkî gelekî zengîn e û bikêrhati ye ji filmên sînema re, taybetî destanên dengbêjiyê ku gelekî bandora wan li ser berhemên Perî hene.
Filmên wî: Tembûr, Turning Point (xala guhertinê), Şêrîê Welat, Culture Trap (Dehefa Çandê).
ji bo guhdarîkirina hevpeyvîna Perî Îbrahîm, fermo vî lînkê deng veke.