Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kerry li Fransa Beşdarê Merasîma Dawîbûna Şerê Cîhanê yê Duyê Bû


Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry îro ligel hevtayê xwe yê Fransî Laurent Fabius kom bû, berî ku beşdarî merasîma 70'emîn salvegera dawîbûna Serê Cîhanê yê Duyê li Ewrupa be.

Kerry û Fabius hevre çûn ser Tirba Leşkerên Bênasname li Parîsê û kulîlkên bîranînê berdan ser wê gorê.

Kerry li ber e îro li Parîsê bi wezîrên Konseya Hevkarî ya Kendavê bicive û kêşeyên herêmî gotûbêj bike.

Kerry herwiha bingeha hilcivîneke bi rêberên Kendavê jî amade bike ku hefteya tê li Qesra Spî dar dikeve.

Di nav mijarên ser maseyê de Îran jî heye ku bandora wê li Rojhilata Navîn zêde dibe.

XS
SM
MD
LG