Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Ketina Helîkoptereke de 6 Kes li Pakistanê Hatin Kuştin


Li bakurê Pakistanê helîkopterek kete xwarê û 2 balyoz û hevjînên du balyozên din tê de hatin kuştin.

Berdevkê artêşa Pakistanî General Asim Bajwal di hesaba xwe ya Twitter de îro Înê hinek agahî parve kirin.

Wî got, balyozên Fîlîpîn û Norwec û hevjînên balyozên Malezya û Endonezya li Gelîyê Naltar hatin kuştin.

Bajwal ragihand ku 2 pîlotên helîlopterê jî di bûyerê de hatin kuştin.

Talîbana Pakistanê berpirsîya gêrkirina helîkopterê rakir ser xwe, lê karbidestan hîn jî ew yek piştrast nekiriye.

Bajwal ragihan ku di helîkopterê de 6 Pakistanî û 11 kesên bîyanî hebûn û balyozên Polonya û Hollanda ji nav kesên filitî de ne.

XS
SM
MD
LG