Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rewşa Bêkarî li Amerîkî di Nîsanê de Biçek Baştir Bûye


Wezareta Kar ya Amerîka îro Înîyê dibêje, rêjeya bekarî li Amerîka di meha Nîsanê de biçekî baştir bû û giheşt asta herî nizim ya heft salên borî.

Raporta îro ya Wezareta Kar radigihîne ku rêjeya bêkarîyê meha borî bû 5.4 ji sedê û ekonomî net 223,000 karên li bazarê zêde kir.

Pisporên hikûmetê dibêjin, zêdebûna karên nû di sektorên wek xizmetên karsazî, saxlemî û avakirinê de pêk hatine.

Di sektora endustrîya neftê, ku bi erzanbûna buhayê nefta xaw zîyan dîtiye, kêmbûna karan meha borî jî berdewam kiriye.

Pêzanînên nû nîşan didin ku hîn 8.5 mîlyon kesên bêkar hene ku 1.1 mîlyon kes ji sala çûyî hindiktir e.

XS
SM
MD
LG