Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mazlumder: Divê PKK Zarokên ji 16 Salî Biçûktir Weke Endam Qebûl Neke


Komeleya Piştigiriya Mazlûmanan (Mazlumder) bi daxuyaniyekê bang li Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) kir ku zarokên ji 16 salî biçûktir weke endam qebûl nekin û yên li ba wan in vegerinin.

Rêvebirê Mazlûmderê destnîşan kir ku hefteyek berê du malbatan serî li wan xistine û dane zanîn zarokên wan yên 15 salî gihiştine PKKê. Rêvebirê komelê Reha Ruhavî bibîrxist ku PKK di sala 2013ê de bi Banga Cenevê re 'Peymana Zarokan' îmze kiriye. Bi vê peymanê qebûl kiriye ku zarokên ji 16 salî biçûktir wê qebûlî endamtiyê neke û yên di nav 16-18 salî de ne jî ji qadên şer dûr bigire.

Rêvebirê Mazlumderê bang li PKKê kir û xwest ku li gorî peymana Banga Cenevê tevbigere û peymanê neşikîne.

Reha Ruhavî bal da ser rewşa qanûn û yasayên Tirkiyê ku gelek zarokên Kurd jiber qanûnan di girtîgehan de ne.

"Jixwe dema em li qanûn û yasayên dewletê dinêrin. PKK encama înkar û zordestiya li ser Kurdan e. Bi qanûna ewlekariyê li ser zarokên Kurd xetereyek mezin heye. Zarok jibo li gorî endamên rêxistina terorê neyên dadkirin, mecbûr dimînin diçin çiyê. Zarok ji kêfa xwe dernakevin serê çiyê, ger dewlet şert û mercên jiyaneke aram çêke wê çûna çiyê kêm bibe."

Raporta Diyarbekirê
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:08 0:00

XS
SM
MD
LG