Hunermendê Şêwekar Kîto Sîno ji rojavayê Kurdistanê ye. Ew di sala 1967'an de li Gundê Herem Reş li parêzgeha Hesekê ji dayik bûye û ji sala 1988'an de ji welêt derket û bo xwendina hunerê berê xwe daye Moskow.
Kîto di sala 2000'an de berê xwe da Belçîka û ta vê demê li wir bi cî û war bû.
Kîto berhemên xwe yên hunerî bi şêweyekî taybet dide nasîn, ku alav û materyalên cêwaz nabin kelem li ber derbrîniyên wî, sawrir û xewnên wî wek hunermend.
Kîto başdarî gelek pêşengeh û çalakiyên hunerî li welatên Erwupî bûye û kar û berhemên xwe pêşkêş kirine.
Naveroka projeya Kîto li ser mirovan, pirsên wicdanî di nav berhemên xwe de bi rengekî hestyar û tenik tîne ziman.
Ka em bi hev re xêrhatina Kito bikin û li çîroka wî guhdarî bikin .
* ji bo bêtir zanîn li ser Kîto vir kilîk bike.