Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Muhemed Morsî bi Mirnê Hate Ciza kirn


Dadgeheka Misrê ciza sêdaredanê biser serokê berê Muhemed Morsî û 100 kesên dî sepand liser şikandîna girtîxanekê li sala 2011.

Biryara dadgehê îro Şembîyê li Qahîre hate ragehandin.

Mûftîyê Misrê wê gotina dawîyê liser biryara dadgehê li 2 Hizêranê bidet.

Herwesa serokê berî bi sixorîyê hate gonehbar kirn.

Li meha borî Morsî, ku yekem serok bo bi demokrasî hatibû helbijartin bi 20 salan di zîndanê da hatibû ciza kirn liser koştîna xewnîşanderan li sala 2012. Dadgeha Tawanan 12 rêberên û piştevanîn Îxwan El-Muslimîn bi tundûtûjîyê gonehbar krin.

Leşkerê Mîsrê lisala 2013 serokê xew lada piştî xewnîşandanên nerazîbûnê yên berfireh liser bikaranîna xirab ya desthalatî.

XS
SM
MD
LG