Berpirsekî Sûrî îroj yekșemê got rewș li bajarê dîrokî Tudmur bi temamî di bin kontrolê de ye, li gel zêdegaviyên çekdarên Dewleta Îslamî piștî rojekê ji derbasbûna wan bo bajêr.
Parêkarê Homis Telal Berazî got hêzên Sûrî derngî şemiyê 2 gir ji bin destê Daiş rizgar kirin, bajarê Tudmur arame, û riyên wê bo Parêzgeha Homis parastî ne.
Çalakdarên opozisyona Sûrî jî dupat kirin ku çekdar vekișiyan ji avahiyên hikûmî, yên ku roja șemiyê li bakurê bajêr hatibûn dorpêçkirin, di demekê de ku pevçûn di navbera herdû aliyan de berdewam bûn.
Hêjayî gotinê ye ku Tudmur yek ji navdartirîn șûnên keleporî yên cîhanî ye li rojhilata navîn. Ew tê nasîn bi stûnên serdema Romaniyan û kavilên ku vedigerin 2 hezar sal berê. Çekdar ji aliyê bakur ve derbas bûn, lê hîn negihîștine șûna kelepora cîhanî ya UNESCO ku ew li aliyê bașurê rojavayê bajêr e.
Tê zanîn ku çekdarê Dewleta Îslamî șûnên keleporî li Îraq û Sûriyê hilweșandin û dizîn. Pêșketina gurûpê li Tudmur hușdarî da herêmê û derveyî herêmê.
Seroka UNESCO Irina Bokova xema wê yekê xwar û banga hemî aliyan kir ku Tudmur ji șer bidûr xin.