Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Burundi Bo Yekem Car Diyar Dibe Piştî Hewildana Daxistina Wî Ji Ser Desthilatê


Serokê Burundi Pierre NKurunziza bo cara yekem bi awakî fermî diyar bû ji dema hewildana daxistina wî ji ser desthilatê hefteya borî.

Îroj yekșemê wî li koșka serokatiyê pêșwaziya rojnamevanan kir li Bujumbura paytext.

Di gotarekê de ku roja înê di Radyo de hat belav kirin, serok NKurunziza sipasiya hêzên parastinê kir ji bo rawestana hewildana lêșkerî ya dijî hikûmetê. Wî her wiha hușdarî da xwepêșanderan ku xwepêșandanên xwe rawestînin dijî biryara wî ya berbijariyê bo cara sêyem.

Lê çalakdaran, banga xwepêșandanên bêhtir kirin dijî serok û biryara ku ew dibêjin tiștekî ne destûrî ye.

Serok û piștgirên wî, dibêjin berbijariya bo cara sêyem yasayî ye çimkî ew cara yekem sala 2005an ji aliyê parlemanê ve hatibû hilbijartin ne ji aliyê dengdaran ve.

Dadgeha Destûrî ya Burundi di vê derbarê de piştgriya serok kir

XS
SM
MD
LG