Karbidestekî Tirk dibêje, desthilatdaran welatiyekî Fransî ji Tirkiyê derkirine piştî ku li firokxaneya Stenbolê hate girtin. Guman heye ku wî kesî dixwest here Sûriyê û tevlî çekdarên Dewleta Îslamî (DAÎŞ) bibe.
Karbidestê hikûmetê îro Şemiyê got, ew kes Pêncşema bûrî ji bajarê Mîlano gihişt firokxaneya Sabîha Gokcen ya Stenbolê û piştî ku mikur hat ku wî dixwest tevlî DAÎŞ bibe, ew yekser hate vegerandin bo Îtalyayê.
Karbidestê Tirk navê xwe eşkere nekir, jiber ku wî destûr nebû li ser vê mijarê biaxive.
Kesê ku bi navê B.T hate naskirin, welatiyê Ewupayî yê herî dawî ye ku li Tirkiyê tê girtin berî ku derbasî Sûriyê bibe. Ev yek jî encama hevkariya di navbera Tirkiyê û hikûmetên Ewrupî ye da ku çûna şervanên biyan ber bi Sûriyê ve rawestînin.