Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dr. Gundî: DAIŞ Destkirdî Amerîka ye Naxwaze Jinav Bibe


Dr. Gundî: Şerê DAIŞ Dê Dirêj Be û Encam Dê Pêkînana Dewletên Sûne û Şîayan Be

Wezîrê berevaniya Amerîka Ashton Carter dibêje, egerê ketina parêzgeha Remadî di destê komela Dewleta Îslamî (Daiş) de li heftiya borî, nebuna hez û viyana hêzên Îraqê ye ji şer re. Berî têbîniya wezîrê berevaniyê serok Barack Obama got, jinavbirin û tune kirina Daiş dê bi soz û pêgirtinê çendîn salan be.

Wek bersiv jibo gotina Carter, serek wezîrê Îraqê Heider al-Abadi pênasîn kir kû serketina Daiş ya neçaverêkirî egere-- kû wezîrê berevaniya Amerîka wê têbîniyê bide. Lê birêz al-Abadi gote BBC, hêzên hikumeta wî dê Remadî ji destê Daiş rizgar bikin li çend rojên dahatî de.

Berî belave kirina gotinên al-Abadi, serokê komîteya bervanî û ewlehiya Perlemanê Îraqê Hakim al-Zamili gote Associated Press, Washington li şûna gazinda serneketina xwe di gîhandina çek û dezgehên pêşketî yên şerî de jibo hêzên Îraqê û piştevaniya bi firokan, gazindan ji hêzên Îraqê dike.

Gelo ya li parêzgaha Remadî dibe çend rehend hene? Di bernama Em û Siyaset da, mêvandariya Dr. Kurmanj Gundî, Prîfesor li zankoya Tennessee State dikin.

Jibo guhdarîkirina Bernama Em û Siyaset, ji kerema xwe linkê xwarî veke;

Dr. Gundî: DAIŞ Destkirdî Amerîka Ye Naxwaze Jinav Bibe
please wait

No media source currently available

0:00 0:28:28 0:00

XS
SM
MD
LG