Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Soza 18 Milyon Dolar jibo Vietnamê Dide


 Ashton Carter bi Gen. Phung Quang Thanh, wezîrê berevaniya Vietnamê.
Ashton Carter bi Gen. Phung Quang Thanh, wezîrê berevaniya Vietnamê.

Wezîrê Berevaniya Amerîka Ashton Carter soz dide ku 18 milyon dolar bide Vietnamê da ku alîkariya wê bike qeyikên polîsên beravî yên Amerîkî bikere. Ev yek jî bi mebesta ku karîna û şiyana hêzên berevaniya deryayî yên Vietnamê zêdetir bibe.

Birêz Carter nuha li welatê komunîst e da ku peywendiyên leşkerî bihêztir bike. Wekî beşek ji wê planê, wî û hevtayê xwe yê Vietnamî îro Duşemê daxuyaniyeke nêrînê îmze kirin bi mebesta berfirehkirina hevkariya dualî. Bi wê yekê jî, Amerîka dê alîkariya Vietnam bike ku bibe beşek ji operasyonên aştîparêziyê yên NY.

Di destpêka vê gera xwe ya 11 roj li herêma Asya Pasîfîk, wezîrê berevaniya Amerîka banga rawestandina hemû îdîayên welatan dikin, ewên dixwazin herêman li Deryaya Başûrê Çînê kontrol bikin. Wî got, Amerîka li dijî leşkerkirin û peydakirina girjiyan li wê herêmê ye.

Vietnam yek e ji jimareke welat ku xwedî proje ne li nav Deryaya Başûrê Çînê. Lê Çîn xwedî projeya herî mezin e li wê herêmê.

XS
SM
MD
LG