Karbidestên pilebilind yê Îraq, Fransa û Amerîka dibêjin, ew ji koalisyona dijî rêxistina Dewleta Îslamî piştrast in. Lê ew herwiha dibêjin, pêdivî bi bêtir alîkarî û rahênan heye da ku êrîşên dijî DAÎŞ karîgertir bibin.
Di civîneke wezîran ya piralî de, Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken îro Sêşemê got ku koalisyonê destkeftên baş li Îraqê pêk aniye. Lê ew herwiha mikur hat ku vê dawiyê paşketinek li şer de çê bûye.
Di konferanseke rojnamevanî de ligel Serokwezîrê Îraqê Heyder El Ebadî û Wezîrê Derve yê Fransayê Laurent Fabius, birêz Blinken bal bêtir da ser Îraqê û bi kurtî behsa pêdiviya aramiya siyasî li Sûriyê kir. Li Sûriyê jî kempeyneke koalisyonê ya dijî DAÎŞ berdewam e.
Ji aliyê xwe ve, Serokwezîrê Îraqê Ebadî got ku hêzên ser bi hikûmetê ve piştgiriya durist ji koalisyona navnetewî wernagire.