Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hevpeyvîn Digel Namzedê HDPê yê Ruhayê Osman Baydemir

Osman Baydemir
Osman Baydemir

Ruha Beriya hilbijartina herêmî HDP xwe li navenda Ruhayê birêxistin nekiiye. Digel ku nunareyatî hebuye jî lê ne bi bandor bûye. Xelqê Ruhayê di hilbijartinên herêmî de HDPê nas kirin. Lê tirsa kesên ku dengê xwe nadin HDPê ewe, dibêjin dema ku HDP li Ruhayê bibe desthilat wê gelek xwepêşandan çêbibin û nehêlin ku esnaf deriye dikanê xwe vebikin.

HDP li Ruhayê 12 namzed nîşan da. Di lîsta HDPê de bi dor Osman Baydemir, Dilek Ocalan, İbrahîm Ayhan û Leyla Guven hene.

Piraniya dengên HDP ji navçeyên wek Sirûc, Wîranşah, Serêkaniyê, Bozova, Hilwan, Xefetiyê tên. Lê HDP ev car jixwe re kiriye armanc ku dengê xwe li navendê jî zêde bike.

Berbijarê HDPê yê Ruhayê Osman Baydemir, di hilbijartinên şaredariyê de jî berbijarê Ruhayê bû. Xelqên nav bajêr ji Osman Baydemir hezkirine. Lewma jêre dibêjin Apê Osman. Baydemir ji Dengê Amerîka re behsa rewşa Ruhayê dike û dibêje 12 milyon hektar erd û zeviyên Ruhayê hene lê di nav hebûnê de tunebûnyê dijî.

Baydemir poltikaya Tirkiyê ya Surî rexne dike û dibêje "Wek agir li benzine bike, Tirkiye agir benzin li wî şerî kir. Piştî hatine penaberên Sûrî betalî û bêkarî du car zêde bû."

Berbijarê HDPê yê Ruhayê got polîtîkayên AKPê yê ekonomik, siyasî û civakî li Ruhayê têk çû. Heriwha diyar kir xelqê Ruhayê aşitîxwaz in. Jibo aşitiyê jî dixwazin HDP li parlamenê be.

peyamnêr Xecîcan Farqîn
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:42 0:00

This item is part of
XS
SM
MD
LG