Mûsîkjenê Kurd Ehmedê Çep ji Rojavayê Kurdistanê ye, di sala 1965'an de li bajarê Kobanê ji dayik bûye, û di xortaniya xwe de li bajarê Helebê bicî bû ta ku bi dawî li Danîmark bicî bû tevî malbata xwe û nuha kar û hunera xwe li wir berdewam dike.
Ehmed ji biçokaniya xwe hogirî Mûzîk û hunerê bû ye û ji destpêkê amêra Bûziq ji xwe re bijart û kir hevaljiyana xwe û hêz û keda xwe dayê. Li beranberê wê jî amîrê bi tevahî xwe da dest Ehmed, û bûn du yek giyan û derbend û şarên jiyanê bi hev re derbas kirin: Kobanê, Heleb, Rûsiya, Tirkîye, Iraq, Frensa û ta Denîmarkê.
Mûzîka Ehmed çîroka qonaxekê ji demê dihûne ji hesretan, êş, keser û hêviyên bê sînor.
Bi taybetmendiya xwe Ehmed karîbû cihê xwe di nav hunerê de bigire, him bi şêweya mûzîka xwe û him jî bi amêra xwe ya ku navê lêkiriye (Bê Nav).
Mûzîk ji Baran Kendeş, Reşîd Sofî, Yenal Tahir, Şad û hinî din ji Hunermend û dengbêjan re çêkiriye.
Ji bo zaneyariyên bêtir di derbarî Hunermend Ehmedê Çep, vir kilîk bike.
Ev ji çend perçên mûzîkê ne ji berhemê Ehmedê Çep re: