Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Nêzîk Biryara Șandina Rahênerên Leșkerî Bo Îraqê Dide


Berpirsên Amerîka doh sêșemê gotin, Serok Barack Obama dê di vê hefteyê de biryarê bide di derbarê șandina sedan rahênerên leșkerê yên din bo Îraqê, di demekê de ku wezareta berevaniya Amerîka berdewame di piștgiriya hêzên Îraqî, di șerê dijî gurûpa Dewleta Îslamî de.

Jimara nûh a ku ji 500 kes pêk tê, dê tevlî 3 hezar rahêner û rawêjkar bibe ku rêzdar Obama sala par șandibûn piștî ku çekdaran navçeyên mezin ji rojavayê Îraqê dorpêç kirin.

Berpirsan, her wiha got duristkirina bingeheke rahênanê li parêzgeha Enbar ew di nav vê pilanê de ye ku dê piștgiriyeke mezin bide șervanên Sunnî ji bo vegerandina parêzgeha Enbar ji bin destê Daiș.

Tê zanîn, ku hêzên parastinê yên Îraqê bi piștgiriya mîlîtanan hewil didin navçeyên nêzîkî Remadî vegerînin ji dema ew ketî bin destê Daiș, meha çûyî.

XS
SM
MD
LG