Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Niwênerên Aliyên Lîbî li Berlînê Kom Dibin


Niwênerên aliyên Lîbî li Berlînê li gel berpirsên navnetewî kom dibin. Ev kombûn tê piștî rojekê ji ragihandina perlemana welatê Bakurê Afrîqiya ku pênasîna navnetewî wergirtiye, li dor wê yekê ku beșdarbûna wê dihate ragirtin di guftûgoyên bi piștgiriya Neteweyên Yekgirtî de.

Wezareta derve ya Almanya ku vê kombûnê li dar dixe, got guftûgoyên îroj çarșemê, dibin bi amedebûna șandê Neteweyên Yekgirtî Bernardîno Leon û 5 niwênerên Lîbya yên welatên endamên berdewam di civata parastinê ya Neteweyên Yekgirtî , Îtalya, Ispanya û yekîtiya Ewropî. Lê agahiyên berfeh nedan.

Ji aliyekî din ve, mîlîtanên girêdayî bi El-Qaîde ve, șerê çekdarên Dewleta Îslamî dikin piștî kuștina serkirdeyekî wan ji aliyên çekdarne ku mask danîbûn ser rûyê xwe.

Gurûpa tê naskirin bi navê Civata Șûra ya cîhadiyên Darna, di daxuyaniyekê de îroj çarșemê kuștina wî ragihand, çekdarên Dewleta Îslamî tawanbar kir û soza tolvedanê da.

XS
SM
MD
LG