Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Seroka Korya Bașur Serdana Xwe Ya Amerîka Bi șûn Dixe


South Korea President Park Geun-Hye
South Korea President Park Geun-Hye

Seroka Korya Bașur Park Geun-hye serdana xwe ya pilankirî bo Amerîka hefteya bê, bi șûn xist, piștî belavbûna nexweșiya rojhilata navîn ya girêdayî bi sîstema bêhinkêșandinê ku tê naskirin bi navê MERS.

Nivîsîngeha serok got rêzdar Park dê demeke din ji bo serdana xwe destnîșan bike bo Wașington ku biryarbû têde li gel Serok Barack Obama biaxive lê.

Dema serdana nû nehat ragihandin.

Seoul îro çarșemê du miriyên din dupat kirin wek encam ji belavbûna nexweșiya MERS re, ku jimara wan digihe neh kesan. Berpirsan got, herdû miriyên ku di salên xwe yên 60 û 70 de bûn wan berê jî piroblemên tenduristî hebûn.

bi ragihandina 13 dozên nû yên vegirtina nexweșiyê re, jimara dozen naskirî digihe 108 kesan.

Berpirsan got, hemî vegirtiyên nexweșiyê li nexweșxanê ne.

XS
SM
MD
LG