Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Receb Teyyib Erdogan Banga Hikûmeteke Hevalbend Dike


Serokê Tirkîyê Receb Teyyib Erdogan bo cara yekem li ser Tilfizyonê diyar bû ji dema hilbiratinên roja Yekșemê ve, ku encamên wan ne li gor dilê wî bûn, ji aliyê wergirtina piraniya dengan ve.

Di axaftina xwe ya îroj Pêncșemê de, rêzdar Erdogan banga hemî aliyên siyasî kir ku nakokiyên xwe an jî ezeziya xwe wek ku anî ziman bicîbihêl in û hikûmeteke hevalbend damezrîn in.

Rêzdar Erdogan ku serokwezîrê Tirkîyê bû ji sala 2003 ta 2014an, bi xurtî hewil dida partiya AKP bihêz bike, da karibe hin guhertinên destûrî bike di derbarê deshilata serok de. Lê ji dêvla wê yekê partiya wî kursî ne din ji dest dan, ev jî wek têkçûnekê ji deshîlata wî re xuya bû.

Rêzdar Erdogan renge banga hilbijartinên parlemanî yê din bike eger hewlên duristkirina hikûmeteke hevalbend têkçûn.

XS
SM
MD
LG