Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Korya Bașûr Miriyê 10em Yê Nexweșiya MERS Tomar Dibe


Korya Bașûr miriyê 10em ragihand, wek encam ji nexweșiya rojhilata navîn a grêdayî bi sîstema bêhinkêșandinê an MERS ve, di demekê de, metirsî hene ku belevbûna wê rewșa abûrî têk bibe.

Wezareta Tenduristî û Çavdêriyê, got miriyê dawî mêrekî 75 salî ye ku virus vegirt di demekê de ew dihat dermankirin ji nexweșiya penceșêra pișikê, li gor Acansa Yonhap.

Berpirsên tenduristî her wiha 14 vegirtinên nûh ragihandin, ku jimara vegirtinan digihîne 122 ji dema ku belavbûna wê hat vedîtin di 20ê meha gulanê de.

Asta kirîn û firotinê li bazaran nizim bû, xelkê ku ji vegirtina Virus ditirsin dûr dikevin ji bazaran, șanogehan û cihên bi qerbalix. Bi hezaran yên nêzîkî kesên nexweșî vegirtine tên veqetandin û bi hezaran dibistan jî hatine girtin.

XS
SM
MD
LG