Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Berê Yê Asayîşa Çînê Bi Zîndankirina Hetahetayê Tê Cezakirin


Mêdiya Çînê ya fermî dibêje Serokê berê yê Asayîşê Zhou Yongkang hate cezakirin bi zîndankirina hetahetayê ji bo gendeliyê. Bi vî awayî ew dibe berpirsê herî desthilatdar ku tê cezakirin ji aliyê helmeta Partiya Komonîst ya dijî gendeliyê ve.

Acansa fermî ya nûçeyan Șînxwa îroj Pêncșemê got Zhou yê 72 salî, li gunehê xwe mukur hat û dê çi pêdaçûn nebin li dor biryara ku di dadgeheke girtî de hatî standin li bajarê Tianjin li rojhilata bakurê welêt.

Zhou bi awakî fermî meha berê hatibû tawanbar kirin bi dizîn, bikar anîna ne rewa ya desthelatê û belavkirina razên dewletê. Lê ta ragihandina îroj dem û cihê dadgehkirina wî ne diyar bû.

XS
SM
MD
LG