Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mesut Yegen 3 Senaryoyên Hikûmeta Hevalbend Dinirxîne


Mesut Yegen
Mesut Yegen

Piştî diyarbûna encamên hilbijartina 7’ê Hezîranê, di siyaseta Tirkiyê de nîqaş û nirxandinên li ser hikûmeteke hevalbendî zêde bûn.

Civaknas Prof. Dr. Mesut Yegen, li ser nîqaş û îhtimalên hikûmeta hevalbendiyê û bandora wê li ser prosesa aştîyê ji Dengê Amerîka re peyivî.

Birêz Yegen behsa 3 senaryoyên koalîsyonê dike û dibêje, “Piştî nîqaş û nirxandinên du hefteyan wê îhtimalên rastbîn şikil bistînin.”

Civaknas Yegen li ser îhtimala hevkariya CHP-MHP û HDP’ê wiha dipeyive.

“Encama herî mezin ya vê hilbijartinê têkçûna Erdogan û AKP’ê ye. Dibe ku jibo hin derdoran ev îhtimal rastbîn were nirxandin. Bi nêrîna min hîç şansê xebatê ya hikûmeteke wiha tune ye. Heke koalîsyona MHP û AKP’ê çêbibe, wê îhtimala destpêkirina şer bikeve rojeva Tirkiyê. Nebawerim AKP jî rê bide vê yekê. Herwiha aqlêselîmê Tirkiyê jî rê nade şer û pevçûnê.”

Civaknas Mesut Yegen, destnîşan dike, “Senaryoya diduyan a ku bi hevkariya AKP û CHP’ê pêk were, wê bandoreke erênî li pêvajoya çareseriyê bike, lê hêvî û daxwazên PKK û HDP’ê pêk nayîne. Ger ev senaryo bi piştgiriya HDP’ê ya derve çêbibe, dibe ku bi ser bikeve.”

Birêz Yegen, îhtimala sisiyan ku hikûmet bi hevkariya CHP-MHP û HDP’ê were pêkanîn jî wekî senaryoyeke nepêkan dinirxîne.

“Di senaryoya sêyemîn ku ji hevalbendiya CHP-MHP û HDP’ê pêk were de jî wê pêvajoya çareseriyê bi temamî were sekinandin û tenê hikûmeteke hesab ji Erdogan û AKP’ê bipirse were avakirin. Jiber ku ev senaryo wê li siberojê bi hersê partiyan jî bide windakirin, wê aqlêselîmê van partiyan jî rênede hevalbendiyeke wisa.”

Civaknas Yegen herî dawî jî nîqaşên li ser çekberdana PKK’ê û bandora hikûmeta dahatuyê li ser vê biryarê dinirxîne.

“Civandina kongeraya PKK’ê a ku çekan li hemberî Tirkiyê bikar neyîne, di destê hikûmetê de ye. Şert û mercên vê diyar bûbûn û îhtimala vê jî hebû. Loma ev ne biryareke ku ji aliyê HDP ya sedî 13 deng wergirtine were standin e. Bi 80 parlamentaran ketina parlamenê nayê maneya ku wê HDP jibo pirsa Kurd çareseriyeke ku PKK jî hezim bike derxe holê.”

Mesut Yegen ST 06_11_15
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:56 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG