Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Oman 6 Girtiyên Guantanamo Dibe Cem Xwe


Dîmenek ji zindana Guantanamo.

Welatê Omanê qebûl kiriye ku 6 girtiyên Yemenî ku li zindana Guantanamo ya leşkerî hatibûn girtin, li ser erda wê bicih bibin. Her şeş kesên Yemenî îro Şemiyê gihiştin Omanê.

Wezareta Berevaniya Amerîkî di daxuyaniyekê de got ku ew “jibo hikûmeta Omanê spasdar e jibo piştgiriya wê di hewildanên Amerîkî de derbarê girtina zindana Guantanamo.”

Bi azadkirina van Yemeniyên ku ji mêj ve hatibûn girtin, jimara girtiyan li Guantanamo dadikeve 116 kesan. Hebûna vê zindana Amerîkî li seranserî cîhanê tê şermezarkirin. Piraniya girtiyên li wir bêy darizandin hatine girtin.

Dema ku Serokê Amerîkî Barack Obama hate ser desthilatê, wî soz dabû ku vê zindanê bigire. Lê qanûndanerên Amerîkî û karbidestên Pentagon rê li ber vê armanca Obama ya valakirina zindanê girtine.

XS
SM
MD
LG