Piştî rizgarkirina Girê Spî ji çekdarên Dewleta Islamî ve li ser destê şervanên Kurd yên YPG û YPJê beşekî mezin ji rikebriya Sûrî û çend welatên herêmê dilnexweşiya xwe diyar kirin û Kurd bi cudexawzî û nijdperestiyê tewan barkirin.
Dr. Eqîl Mehfûz pisporê siyaset û pêwendiyên navnetewî ji Şama paytext di hevpeyvîna xwe de bi Dengê Amerîka re li ser wê rewşê got ku rizgarkirina Girê Spî serkeftineke istatîcîke di şerê li dijî DAIŞ û alîgirên wê û têkçûna berjewendiyên wane di herêmê de.
Herwisa jî Dr.Eqîl dibêje Tirkiye dilteng bûye ji ber berfirehkirina desthilata hêzên Kurdî di herêmê de û Rêveberiya Xewserî li Rojavayê Kurdistanê hemû kêmhatiyên herêmê tevî xebata xwe dikin û rengekî nû li wir avadikin.
Di dawiya gotina xwe de, Dr. Eqîl got ku êdî doza Kurdî nema di bin masan de dimîne, û bûye pirsgirêkeke serekî di çareserkirina herêmê de û welatên wê de.