Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Cameron: DAIŞ Yek ji Mezintirîn Gefên Cîhanê ye


Serokwezîrê Brîtanya David Cameron banga şerê dijî îdeolojîya tundrê ya Dewleta Îslamî kir û ew wek yek ji mezintirîn gefên cîhanê nav kir.

Cameron di axaftina xwe ya di konferanseke ewlehîyê de, li Slovakya got ser gefa DAIŞ sekinî.

“Pêdivî ye ku her kes, her hikûmet, her civak û her malbat hemî tiştên pêkan bikin ku nehêlin kesên xort ji welatên Rojava bibin radîkal û tev li wê rêxistina tundrê bibin.”

Cameron got, DAIŞ a xwedî îdeolojîya şeytanî înternetê bi karîgerî kar tîne ku jin û mêrên genc yên hêrsbûyî bikşîne ba xwe.

Cameron herwiha bal kişand ku divê radîkalbûn di destpêkê de, di jêderê de bê rawistandin.

XS
SM
MD
LG