Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HDP Hewil Dide Berjewendiyên Dengdarên Kurd û Ne Kurd Nêzîk Hev Bike


Serkeftina Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) ne hew ji dengên Tirkên demokrat bû, lê belê ji dengên gelek Kurdan hate holê, ew Kurdên ku berê piştgiriya AKP ya desthilatdar dikirin.

AKP, ya ku berî demekê zora HDP bir, têkçûneke mezin di dengan de ji aliyê Kurdan ve dît.

Cîgirê serokê HDP Ertugrul Kurkcu dibêje ku kêmbûna piştgirên AKP jiber siyaseta Serok Recep Tayyip Erdogan bû, dema ku alîkariya Kurdên sûriyê li Kobaniyê di şerê dijî DAIŞ d nekir û rê li ber mîlîtanan negirt ku derbasî Sûriyê bibin.

Lê jibo HDP, nuha berpirsiya mezin ew e ku balans û terazûyê têxe nav berjewendiyên piştgirên xwe yên Kurd û yên ne Kurd.

Ev raport berê xwe dide wê yekê. Raporta ya nûçegihanê Dengê Amerîka Dorian Jones e û Revîn Doskî pêşkêş dike.

Raport li ser HDP
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:43 0:00

XS
SM
MD
LG