Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pirsnameyeke Nû Piştgirîyeke Xurt Bo Sîyaseta Amerîka ya Dijî DAIŞ Nîşan Dide


Pirsnameyeke nû nîşan dide ku cîhan bi xurtî piştgirîya sîyaseta Amerîka ya hember gruba tundrê Dewleta Îslamî (DAIŞ) dike.

Di pirsnameya civakî ya Pew Research Center de, nêrîna bîragiştî ya 40 welatên cîhanê ser polîtîkayên Qesra Spî yên dijî DAIŞ erênî ye.

Pispor dibêjin, ew nêrîna pozîtîf nîşan dide ku rêvebirîya Obama di hewla baştirkirina îmaja Amerîka ya di qada navnetewî de serketî te.

Qesra Spê ev demekê ku li Sûrîye û Îraqê êrîşên esmanî dijî pêşdeçûna DAIŞ pêk tîne. Anketa Pew Research Center dîyar dike ku 62 ji sedê cîhanê piştevanî li wan êrîşana dike û tenê 24 ji sedê dijber in.

XS
SM
MD
LG