Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rejîma Sûrî Hewil Dide Zebedanî Kontrol Bike


Wêne ji arşîvê ye.

Bi piştgiriya mîlîtanên rêxistina Hizbullah ya Libnanî, artêşa Sûriyê êrîşeke berfireh îro Şemiyê bir ser devera Zebedanî ya nêzîk Şama paytext.

Kontrolkirina Zebedanî dê rê bide Hizbullah ku sînorê Libnan û Sûriyê bêtir kontrol bike û ji rejîma Sûriyê jî tê wê wateyê ku riya Şam Beyrût tê kontrolkirin.

Zebedanî yekser piştî destpêbûna krîza Sûriyê li Adara 2011'ê ket jêr kontrola serhildayên opozisyonê.

Wekî tolhildan, serhildayên opozisyonê êrîş kirin ser çend taxên Şamê, wekî kolana Bexdad û hotela Dama Rose ya nêzîk Ebû Rumanê.

Di encama topbaranê de, ziyan gihişt hotelê. Ajansa Sûrî ya Nûçeyan ragihand ku kesek di êrîşê de hate kuştin û du kesên din birîndar bûn.

XS
SM
MD
LG