Li Tirkiyê tevgera leşkerî ya li tixubê Sûriyê ku amadekarî jibo destwerdana leşkerî tê kirin, ev hefteyeke berdewam e.
Her çiqas bicihkirina bi hezaran leşker û çekên giran li sînor wekî nîşaneya destwerdanê tê nirxandin jî heta niha ti biryar jibo operasyonê nehatiye standin.
Nivîskarê lêkoler Faîk Bulut, nîqaşên li ser mudaxaleya leşkerî ji Dengê Amerîka re dinirxîne û helwesta hikûmeta Tirkiyê bi 3 hincetan ve girê dide.
“Yek jê pêşîgirtina destkeftiyên Rojavayê Kurdistanê ye ku wekî metirsî avakirina dewleteke Kurdî dikin hincet. Ya diduyan Tirkiye naxwaze rê li ber piştgiriya ku dide hêzên opozîsyona Sûriyê yên nêzî xwe were girtin. Ya sêyem jî AKP vê babetê wekî propaganda bikar tîne û jibo hikûmeta hevalbend peyaman dide.”
Faîk Bulut, plana destwerdana leşkerî wekî planeke bêyî şêwra Amerîka û welatên Rojavayî hatiye çêkirin şîrove dike.
“Li demên dawî Tirkiye hin operasyonan ser endamên DAIŞ’ê dike, lê ew operasyon ne berfireh in. Ger berfireh bike wê DAIŞ jî nesekine û êrîşên tolhildanê bike.”
Nivîskar Bulut dibêje, “Di demeke kurt de bawer nakim Tirkiye mudaxaleyeke leşkerî bike. Lê dîsa jî Tirkiye dikare xûmareke wiha bilîze ku bi nêrîna min wê encama wê têkçûn be.”