Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dr. Zara Salih: Perwerdeya Rejîman Sedema Dijiminahiya Kurdan e


Bi dirêjahîya dîroka serdem welat û gelên desthilatdar bi şik û guman temaşe li Kurdan dikin û her kar kirine jibo ku Kurd negihêjin gehiştîna mafên xwe. Lê piştî serhildanên Buhara Ereb, hinek rewşenbîr û nivîskarên Ereb dipirsin, çima dijminahiya Kurdan tê kirin?

Di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka nivîskar Dr. Zara Salih dibêje, sedema dîtina Kurdan weku berguman jiber perwerdeya rejîmên desthilatdar vedigereve. Van rejîman herdem Kurd wekî penaber di welatên xwe de dane nasîn.

Dr. Zara da zanîn, nebûna dewleteke serbixwe ya Kurdan sedemeke sereke ye ku bi çavên kêm li Kurdan were temeşekirin. Lê ev helwest dê guhertin, bo nimûne jiber hebûna rewşeke siyasî ya Herêma Kurdistanê niha cîhan bi rengekî din temaşe li Kurdan û desthilatdariya Kurdan dike.

please wait

No media source currently available

0:00 0:05:59 0:00

XS
SM
MD
LG