Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Cebar Yawer: Şerê Dijî Terorîzmê bi Hêza Leşkerî bi Tenê Serkeftinê Nayîne


Serokê Amerîka Barak Obama ligel karbidestên leşkerî û zanyarî li wezareta berevanîya Amerîka (Pentagon) kom bû, bi merema pêdaçûnî ser stratejiya Amerîka di şerê dijî terota çekdarên Dewleta Îslamî (DAIŞ) ve.

Serok Obama got, tenê bi hêza leşkerî DAIŞ ji nav nayê birin, belku gerek e em edyolojiyeke baştir birêve bibin.

Di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka, Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge ye Herêma Kurdistan Cebar Yawer piştrast kir ku şerê dijî terorîzmê bi hêza leşkerî bi tenê serkeftinê nayîne. Lê belê pêdivî bi hizr û bîreke nermrê heye û were eşkerekirin ku ev rêxistin ola Îslamî bi xirabî bikar tîne.

Birêz Yawer herwiha da zanîn ku hêzên hevpeymaniya bi rêvebiriya Amerîka alîkariyeke baş jibo hêzên Pêşmerge dikin, lê kêşeya me ligel Bexdayê li ser mekanîzma dabeşkirina çekan e.

Hevpeyvin digel Cebar Yawer
please wait

No media source currently available

0:00 0:09:33 0:00

XS
SM
MD
LG