Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl 6 Ereban bi Tawana Girêdana bi DAIŞ ve Digire


Ajansa ewlekariya Îsraîlê Shin Bet dibêje, wê 6 Erebên koçer girtine, jiber damezrandina komekê ku piştgiriya rêxistina Dewleta Îslamî bike.

Shin Bet do Duşemê got, 4 ji wan kesên hatine girtin mamoste bûn û hewl didan ku xwendekaran li dibistanên xwe fêrî bîr û ramanên rêxistina tundrê bikin.

Ajansa ewlekariya Îsraîlî herwiha got, van kesan dixwestin herin Sûriyê û ligel DAIŞ şer bikin.

Hêjayî gotinê ye, ev kesên Ereb yên Îsraîlê ji herêma Negev ya beyabanî ne.

XS
SM
MD
LG