Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çalakvanên Sûrî: 28 Kes di Encama Êrîşeke Esmanî ya Rejîmê de Hatin Kuştin


Wêne ji arşîvê ye.
Wêne ji arşîvê ye.

Çalakvanên Sûrî dibêjin, bi kêmî 28 kes di encama êrîşên esmanî yên artêşa Sûriyê li ser bajarokekî di dest Dewleta Îslamî (DAIŞ) de hatine kuştin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov ku bingeha wê li Brîtanya ye got, 19 kesên sivîl di nav wan kuştiyên li bajarokê Bab yê bakurê Sûriyê de bûn. Jimareke kesên din jî jiber vê êrîşê birîndar bûn.

Di êrîşê de, helîkopterên rejîma Sûrî bermîlên teqînok avêtin ser bajarê ku girêdayî parêzgeha Helebê ye. Rêxistina Komîteyên Hemahengiya Xwecihî got, 29 kes di êrîşê de hatine kuştin.

Bajarokê Bab di destê DAIŞ de ye û hergav rastî êrîşên esmanî yên artêşa Sûrî tê.

XS
SM
MD
LG