Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dijî Şer û Destwerdana Leşkerî ‘Bloka Aştiyê’ Hate Ava Kirin


Pêkhateyên nav Kongreya Demokratîk ya Gelan (HDK) ku bingeha Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) pêk tînin, dijî şer û destwerdaneke leşkerî bo Sûriyê ‘Bloka Aştiyê’ ava kirin.

Damezirandina Bloka Aştiyê ku zêdetirî 50 partî, sendîka, dezgehên sivîl û komeleyên civakî piştgiriya wê dikin, roja Îniyê li Stenbolê bi civîneke rojnamevanî hate ragihandin.

Di civîna ragihandina Bloka Aştiyê de, ji xeynî nûnerên partî û rêxistinên sivîl parlemanterên HDP û CHP’ê jî beşdarî kirin.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Gencay Gursoy ve hate xwendin de, mebesta vê blokê hate ragihandin.

“Hikûmeta AKP’ê û serokomar jiber ku di encama hilbijartinên 7’ê Hezîranê de, derfeta guhertina rejîmeke li gor xwe bi dest nexistiye, jibo di hilbijartineke pêşwext de dengê xwe zêde bikin ketine nav hesabên ku destkeftiyên Rojavayê Kurdistanê bê bandor bikin û mûdaxaleyeke leşkerî li Sûriyê bikin. Di encamê de jî prosesa çareseriyê hatiye rawestandin û li Tirkiyê û herêmê derfetên aştiyê hatine teng kirin.”

Nûnerên pêkhateyên ku piştgiriya Bloka Aştiyê dikin li civînê nêrînên xwe li ser vê hewildanê anîn ziman.

Parlemanterê HDP’ê Ertugrul Kurkçu got, “Mudaxaleyeke leşkerî, wê şer bikişîne hûndirê Tirkiyê jî. Me ev blok ne tenê jibo ewlekariya welatên din, herwiha jibo azadiya xwe pêk aniye.”

Cîgirê Serokê CHP’ê Sezgîn Tanrikulu, hikûmeta Tirkiyê bi amadekirina bingeha şerê Sûriyê tohmetbar kir.

“Em dizanin bê wê ev şer çi bi xwe re bîne. Wê agirê vî şerî we jî û her kesî bişewitîne. Loma dev ji vî fikrê xwe berdin.”

Endamê Rêvebiriya Kongreya Îslama Demokratîk Ekrem Baran, li ser damezirandina blokê ji Dengê Amerîka re peyivî.

“Îslam ne ola şer e, ola aştiyê ye. Rêxistinên tundrê DAIŞ û El Nusra nûnertiya baweriya îslamê nakin. Bloka Aştiyê wê li ser erdê jî xebatên xwe bimeşîne û li dijî mudaxaleyên leşkerî û şer derkeve. Herkes aştiyê dixwaze, loma jî em bawer dikin ku wê ev blok bi ser bikeve.”

Bêtir agahî di dirêjahiya vê raportê de.

Bloka Aştiyê Hate Avakirin
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:17 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG