Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dr. Hisên Koçer: Dergehên Me li Ber Hemû Rêxistinên Mafê Mirovan Vekiriye


Rêxistina Çavdêriya Mafê Mirovan (HRW) raport nû belavkiriye ku têde Yekîniyên Parastina Gel (YPG) tewanbar dike bi karanîna zarokên temen biçûk di qadên şer de li Rojavayê Kurdistanê.

Di derbarî vê raportê de Dengê Amerîka hevpyvînek bi Fermandar û berpirsê pêwndiyên YPG Dr.Hisên Koçer kiriye ku têde dibêje :" em zarokan naxin nav şer û tu pêwestiya me bi wan tune ye."

Herwisa jî wî got ku rewşa rojavayê Kurdistanê di arêşeyên mezin de derbas dibe di şerê xwe de li dijî DAIŞ ji ber wê jî car carna hin şaştî çêdibin lê ew nabin bengeh ji tu raportan re.

Di dawiyê de Dr.Koçer got ku dergehên wan li ber her kesî vekiriye û çi rêxistin ya mafê mirovan dixwaze were Rojavayê Kurdistanê bera fermo bike da rewşê ji nêzîk ve bişopîne.

ji bo guhdarîkirina vê Hevpeyvînê fermo vî faylî veke.

Hevpeyvîna Dr Hisên Koçer-7-15-LA
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:53 0:00

XS
SM
MD
LG