Hate ragîhandin ku jimara 500 xortên Kurd tevlî DAIŞê bûne û bi wan re şer dikin li dijî Kurdan li Başûr û Rojavyê Kurdistanê ku bûye cihê pirsê di nav rayedarên Kurd û siyasetmedarên wê de.
Lêkolîner Vedan Adem di hevpyvîna xwe de bi Dengê Amerîka re li ser vê kêşeyê axivî û got ku kêşeyên siyasî û yên abûrî di nav Kurdan de li paş vê kêşeyê hene.
Herwisa jî birêz Vedan dibêje: " Ta nuha tu karên rasterast nehatine kirin di derbarî arîşeyên ayinî di Kurdistanê de û herdem ew paşguh bûne û ji ber wê jî xort berê xwe didin DAIŞ û tevlî wê dibin."
Ji bo guhdarîkirina vê hevpeyvînê vî faylê deng veke